4 Mayıs 2019 Cumartesi

Eşîra Geltûrî Çawa Çû Îdirê?

Eşîra Geltûrî ji berê da di nava eşîra Redkî da jîyaye. Mela Mahmûdê Bazîdî vê eşîrê jî wek şaxeke konfederasyona Zîlla dide dest nîşankirin. Her wusa Hûrşît Paşa jî di pirtûka xwe ya bi navê 'Seyadname î Hudud' da eşîra Geltûrî wek şaxeke Zîlla dide.


Wekî xwendevanê vê gotarê jî dizanin, eşîra Redkî di nava Kurdan da wek "serkanîya Zîlla" tê qebûl kirin. Tim serokatîya Zîlla wan kirîye. Ji ber wê jî tim hemû Zîlan ra mezintî kirine. Mijara vê nivîsê, bi vê mijarê ra têkildar bû lewma min bi kurt qala Zîlla kir. Em bêne mijara xwe;

Eşîra Geltûra, ji rojhilatê Kurdistanê koçî Bazîdê gundê Qulxopanê dike. Demeke dirêj li vî gundî dijîn. Salekê xortekî Fille, ji Kurdên Êzdî qîzekê direvîne û xwe davêje ber bextê Geltûrîyan. Di nava Kurdan da; gava yek xwe bavêje mala merivan, ber bextê merivan, meriv xwe bide kuştinê jî ewî merivî diparêze.

Ew xortê Fille jî dizane ku Kurd ji bona bext, mirina xwe jî didine ber çavan, xwe davêje ber bextê Geltûrîyan. Eşîra Geltûrî her tiştî dide ber çavan, wî xortî diparêze û nade Kurdên Êzdî. Lê piştî wê êdî Geltûrî xwe ji Êzdîyan xelas nakin; Geltûrî eşîreke biçûk, Kurdên Êzdî zef û bi hêz bûne. Eşîra Geltûrîyan ji ber zextan, mecbûr dimîne û ji gundê Qulxopanê koçî Îdirê dike. Diçine Îdirê, xwe davêjine mezinên Zîlla, eşîra Redkî. Eşîra Redkî jî wan dibine cem mezinê xwe, Eleşref Begê (kurê Gulî Cewer Axa).  Eleşref Beg wan li gundê Perexotê (Bilaxbaşî) bi cîh dike.

Paşê ji hev zêde dibin û gund û bajarên din jî belav dibin.

Nîhad Çetînkaya di pirtûka xwe ya bi navê "Iğdır Tarihi; tarih, yer adları...", Mücahît Önal jî di pirtûka xwe ya bi navê "Kağızmana ısmarladım nar gele" da dibêjin:
"Eşîra Geltûrî beşdarî eşîra Redkî bûye û bûye berekeke (qebîle) wê."

Agahî; Li Îdirê ji devê mezinên eşîra Redkî hatîye tomar kirin.
Wêne: ji arşîva Bîtlîsname hatîye hildanê; Kurdên Geltûrî - 1990

2 yorum:

  1. Eşîra Gelturî xalanê bavê min in Kurdê Îranê ne eslê xwe mala melle Cami ne li Agirî mala Silêmanê Elî yê Hecî li Îdirê nehya Xaşxeberê mal Mistê Almastê hene Dexemexsudê da malek heye.

    YanıtlaSil
  2. Alikari min bkin hun çi zanin ji eşira Qirmski u pirka?

    YanıtlaSil