15 Mayıs 2019 Çarşamba

Delû Kemal di Serhildana Agiriyê de çi tîne serê Redkiyan

Delû Alî Kemal, yek ji qesap û qatilekî Dewleta Tirk e ku di dema Serhildana Agiriyê de dewlet wî dişîne herêma Agiriyê û li Agiriyê û bajarên dev û dora wê dikeve nava gundan, zilm û heqaretên mezin li gundiyên Kurd dike.


Yek ji wan gundan jî gundê Redkiyan ê bi navê Qirimqaya yê bi ser Xinûsa Erziromê ye. Ahmet Aras çûye wî gundî, serpêhatiya wan a bi Delû Alî Kemal re guhdar kiriye û pirtûka xwe ya bi navê "Serhildana Seyîdan û Berazan" de weşandiye.

Pirtûka Ahmet Aras a bi navê "Serhildana Seyîdan û Berazan" bi giştî li ser Serhildana Agiriyê ye.






Hiç yorum yok:

Yorum Gönder