1 Kasım 2021 Pazartesi

Dîroka gundê Dûmanê

 

Meseleyek heye, em mesele dibêjin lê raste. Li ser mêrxasîya malbata Kumkî ne. Mezinên me hemasa, gava ku yek mêrxasîyek bikira, digotin "ew mêrxasî ji apê wî yê Mexso da tê". Wekî hûn jî dizanin apê Mexso ji êla Redka bereka (qebîla) Kumka ya. Ew jî ji alîyê Rewan û Îdirê hatine. Wê şûnda jî hatime Erziromê navçeya Qereçanê, gundê Dûmanê.

Meselaya wî, ew salê ku nû hatibûne gundê Dûmanê, wî çaxî di Dûmanê da, xelqê berîya wan wê derê da bûne. Dil hebûne çavreşîyan li wan bikin. Sewa ku bitirsînin û gund derkevin. Em Redka, wanê berê ra "yerlî" dibêjin. Çend caran wan ra dibêjin, lê Kumka ji gund dernakevin. Merivekî dişînin, dibêjin "hela bere binêre halê wan çawa be, hîn bibe û were ji me ra bibêje". Ew meriva jî yekî di nava wan da xûya bûye. Diçe gundê Dûmanê, havîn bûye, wexta xermanan (bêder) bûye. Yekî jî vana gotîye wî merivê xwe "here cem giregirê wan, bi heybet here, bira çavê wan li te bitirsin". Wexta ew peya diçe pirs dike "serpêsekînî kîye?" Xermana mala apê Mexso nîşan dikinê.

Wexta dûrva diçe, de apê Mexso jî pirpor e. Çawa mêze dike, rewşa wî merivî li wî xweş nayê. Li ber xermanan rûniştî bûye, şûjin di dêst da çewalên genim didûrû. Peya ra dibêje "kerem bike" peyam dibêje "serpêsekinî kî ye, şixulê min pê heye?" Apo dibêje "Ca were rûnê. Em hevudu nas bikin, tiştekî vexwe, îja emê xizmeta te ji te bipirsin". Vedigere ser zarokan, dibêje "mêvan ra balgîkî bînin". Cem xwe dide rûniştandinê, hey jî berda şixulê xwe ra, rûniştî dişixule. Pîyê apo dirêjkirî bûye, şalwarê şixul lê bûye. Pîyê wî dixure, lê destê xwe ji çewal dirûtinê nake. Lê zanibûye tiştek kişîya delinga şalwarê wî. Qet emedê xwe xera nake, pîyê xwe dirêj dike, ber xermanan xanima wî jî wê derê bûye. Dibêje xanima xwe "keçê ca şalwarê min, delinga wîya bigire û kaş bike, yeqîn rewareke piçûk lê gerîya". Jina wî delingê digire, şalwar kaş dike, berva mêvan xulos dike, marekî reşî mezin têda dikeve. Mêvan şûnda diçe, dibêje "wayy, eva niha piçûk e?" Mêvan pişta xwe didê diçe. Diçe cem merivê xwe, dibêje "yawo, mêrik mar kişîya şalê wîya, got rewareke. Xwe jî qet emadê xwe xera nekir. Hûndurê min qetîya. Îşê min bi wan tune ji vir şûnda. Dest bi zorbetîyê berdidin, başî derbas dikin. Hezar rehmet lê bin.

Herî dawîyê da ez dixwazim vê bêjim; dibe ku di navan da şaşîtî hebe. Dibe ku ew apê Mexso na, apê Hecî Hesen (Hesen Çawûş) jî be. Ez ewqasî bîra xwe tînim. Silav û rêz.

Ji Qereçanê Hecî Bedîr Köse

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder