24 Ağustos 2018 Cuma

Em hatin ew çûn

Eşîra Redka, eşîreke ji Rewanê û derdora wê ye. Piştî ku li hemberî Ermenîyan komkujî têne lidarxistin, Ermenîyên ku sax xelas dibin û diçine alîyê Rewanê, dixwazin heyfa xwe ji Kurdên Misilman yê bê sûc û guneh hildin.
Her şev di ser çend gundên Kurdên Misilman da digirin û gelek merivan qir dikin. Yên sax mayî mecbûr dimînin û erdê bav kalê xwe yê hezar salan dihêlin û direvine vî alîyê Avareş û Çemê Erez. Dema ku Kurdên ji eşîra Redka têne vî alîyî, dibînin ku Kurdên Êzdî jî diçine wî alîyî. Kal û pîrên ji eşîra Redka, dibine şahidê koça mala Celîlan.

Eşîra Redka ya ku îro li Serhedê li 300 gundî dijî, berîya komkujîya Ermanan a li hemberî wan, bi piranî li Rewanê, li devdora çîyayê Elegezê diman. Piştî ku Ermenîyan bi sedan merivên wan birine ber qirê, revîne vî alîyê Avareş û çemê Erez.

Gundê Milo (Kerîmbeylî) li ser sînorê Ermenîstanê ye û gundê herî dawî yê Tirkîyeyê ye. Berîya koça Redka ya ji Rewanê jî li vî gundî eşîra Redka bereka Kumka hebû. Kal û pîrên li vî gundî, bûbûne şahidê koça mala Casimê Celîl. Her tim ji zarok û nevîyên xwe ra behsa wê koça dilşewat dikirin. Îro ew çûne dinyaya heq, lê zarok û zevîyên wan hê jî behsa wê koçê dikin;

Malbavana Casimê Celîl jî gundekî yalîyê Dîgora Qersê tê, tên ber gundê Millo ra ji çemê Erez derbas dibin. Meta Casimê Celîl wexta ku ji çemê Erez derbas dibe, kurê xwe dide hemêza xwe, qîza xwe, birazîyê xwe Casimê Celîl va jî bi şalekî va yan jî laçikî va pişta xwe girêdide. Wexta meta Casimê Celîl diçe orta çêm, şal diqete her zar jî roda diçin. Jinik tîne berîya qîza xwe, Casim digire. Qîza wê jî av xwe ra dibe dixeniqîne. Wexta çem derbas dibin, diçin wî alîyê çem, jinikê ra dibêjin:
- Te çima qîza xwe xelas nekir, birazîyê xwe xelas kir?

Dibêje:
- Em diçine welatekî xerîb, welatê xelqê. Min ewa xelas kir, ewa mêr e, yê mezin be bibe pişt mêrê kurê min. Yê me xweyî ke.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder