2 Şubat 2020 Pazar

Di Nava Eşîra Redkan Da Hecî Cibîr

Hecî Cibîr, Hecî Cibîrê Kal, Şêx Cibîr yan jî Cibîl, het malbateke ji eşîra Redkan, wî bi navekî ve bi nav dike.  Bi piranî bi navê Hecî Cibîrê Kal ve tê naskirinê.


Hecî Cibîrê Kal, berîya Mala Kose (kalikê Gulî Cewer Axa) li Rewanê û devdora wê serokatîya eşîra Redkan kirîye. Him ji ber adilbûna xwe, him ji ber mezintîya xwe ya baş û him jî ji ber oldarîya xwe, di dîroka eşîra Redkan da cîhekî girîng girtîye. Nehatîye ji bîr kirinê.

Di vê nivîsê da, emê ji devê Mehmet Sahîf Yilmaz ê ji Mûşê gundê Hêrgetê qala dizîna pezên Hecî Cibîrê Kal bikin. Berîya ku em qala bûyerê bikin, dixwazim tiştekî bibêjim; navê kurekî Hecî Cibîrê Kal Bekir e. Eşîra Redkan ji zarokên Bekir û birazîyên wî ra Bekira gotine. Ji ber navê navê Bekira, gelek kesên ku dîroka eşîra Redkan nizanin hew dizanin Bekirayê Redkan û eşîra Bekîran yek e. Lê herdu ne yek in, Bekirê kurê Hecî Cibîrê Kal, çend sed sal berê jîyaye. Ji xeynî hemanbûna nav, tu eleqeya Bekirayê Redkan û eşîra Bekiran tune. Gelek kesên ku li ser baş lêkolîn nekirine; dengbêj Reso û gelek kesayetên ji eşîra Redkan, wek Bekiran nivîsîne. Eşîra Redkan ji konfederesyona Zîllî (Zîlan) ye, ya Bekiran ji konfederesyona Zafranî ye.

Em bêne mijare dîzîya pezên Hecî Cibîrê Kal; Cerda Celalîyan, diçin çend bir pezên wî didizin. Pezan dibin du heban şerjê dikin, yên jî ji i xwe ra xwedî dikin, şîrê wan didoşin dikine beroşan. Wextekî mêze dikin ku herdu pezên ku şerjê kirine, goşt temam bûye xwîn. Diçin li şîrê di berojê da dinêrin, dibînin ku ew jî bûye xwîn. Diçin xwe davêjine ser postê Hecî Cibîrê Kal, ew çawa ku diçin xwe davêjinê, dibêje:
"Hûn hatin?"
Dibêjin:
"Belê"
Hecî Cibîr dibêje:
"Pezên min bînin, yên ku wê şerjê kirine jî yên ku we dotine jî li we xweş û helal bin."
Ew dibin pezên wî didinê, diçin mêze dikin ku goşt dîsa bûye goşt, şîr bûye şîr.

Nîşe: Hin mezin dibêjin wî çaxî du Hecî Cibîr hebûne. Hecî Cibirê Kal ji yên din mezintir bûye. Lewma ji wî ra gotine Hecî Cibîrê Kal.

Mezin dibêjin sêzdeh kurên Hecî Cibîrê Kal hene, lê vê gavê em navê heft heban tenê dizanin; Hecî Elî, Melle Bekir, Hesen, Hiseyn, Cafer, Eledîn, Melle Silêman û Melle Ewbekir.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder