2 Şubat 2020 Pazar

Di Arşîvên Rûsan Da Çend Eşîrên Kurdan (1847)

Lîsteya civakên kurdan ên ku li Walîtîya Êrîwanê û paşatiya Qersê dijiyan 1847.

Lîsteya civakên kurdan ên ku li Welîtîya Êrîwanê û paşatiya Qersê dijiyan 1847.

Navê eşîran

Redkî - 650 mal
Celalî - 150 mal
Serwêrê herduyan jî fermandar Cafer Axayê Redkî ye.

Kurdên Êzidî  - 400 mal
Serwêrê wan Têmûr Axa ye.

Cunukî - 200 mal
Serwêrê wan Serheng Axa ye

Ew hemû zivistanana li navçeya Sûrmalînê (Îdir) ne, havînan li çîyayê Pîrlî ne.

Birûkî - 700 mal
Serwêrên wan Piran Mîrzo Mîrza axa, Nadir Axa û Memo Axa ne.
Zivistanan li navçeya Şûragelê ne, havînan li çîyayên Agirîce (Agirî) û Darelegezê ne.

Êlîyan - 100 mal
Serwêrê wan Ehmed Axayê Silêman Axa

Dilxêran - 130 mal
Serwêrê wan Evdal Husoyê Fîqo ye.

Cemaldîna - 200 mal
Serwêrê wan Elî Axayê Qero

Mîlan - 150 mal
Serwêrê wan Hesen Beg e.
Ew hemû zivistanan li Serdarabadê û paşatiya Qersê ne, havînan li çîyayên Elegez û Elecê ne.

Qaskan (Qaskî) - 200 mal
Serwêrê wan Pirto Beg e.
Zivistanan li senceqa Qaxizman-Geçewanê ne, havînan li çîyayê Saxanlûgû û çiyayê Golê ne.

Hemû eşîrên navên wan li jorê ne, bi tevahî 3220 mal

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder