Wekî xwendevanê vê nivîsê jî dizanin; çîyayê Elegezê cîh û warê eşîra Redkî yê sedan salî bû; heta ku Ermenîyên ji bakur, Osmanîyê, Sûryê û Îranê hatin, eşîra Redkî zivistanan gundên li devdora Elegezê, biharan jî zozanên xwe yên li Elegezê bûn. Piştî ku Ermenî hatin, berî hemû Kurdên misilman dan û ew ji axa wan a bav û kalan qetandin.
Ev bû sed salan eşîra Redkî ji Rewanê, çîyayê Elegezê, zozana Axmixanê û kanîya Hebilkendê qetîyaye. Lê çîrokên di derbarê wan deran da di nava eşîra Redkan da tim têne gotinê. Emê di vê nivîsê da ji devê kal û pîrên eşîra Redkî, qala çîroka gotine "Elegez 366 gelî ye" bikin;
Go zemanekî mîrekî Kurdan li Elegezê hebûye. Go qîzeke mîr a wusa bedew hebû, meriv hewas dikir lê binêre. Go ne bike, ne bixwe, ne jî bide. Hema xwe ra rûnê, lê binêre. De go îja herkesî dewa qîza wî mîrî dikir. Go rojekê mîr go:
"Kî bikaribe here gelîyên Elegezê bijmire û sax bizivire, ezê qîza xwe bidime wî."
Go çîyayê Elegezê da hebûn dêwên heft serî, hûtê binê behra, cinawir çi bêjî hebû. Kî diçû bi roja, bi meha dijmirî, paşê dibû xwerê cinawirekî, cinawir ew dikujtin. Go rokî du xortê Kurd, yê ser xwe, jîhatî, go çûn gelîya bijmirin. Jimirîn, jimirîn go êvar ser wan da hat. Go qayde, isûlê Kurdan, pişta xwe dane hev, ketine xewê. Go êdî dêe bû, cinawir bû, hût bû, hat, ser herd xorta ra sekinî. Go wexta wî dît xorteke, du serê wî hene, go:
"Ez gerîyam her derî
Min dît 366 gelî
Lê min nedît cendekekî du serî."
Bavê Avşîn
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder