3 Mart 2020 Salı

Torina Mala Kose Çawa Nîşana Begtîyê Hilda

Dema berê kî ku di nava eşîra xwe da mezintî bikira, ji wan ra digotin "torin". Torin ango esilzade, tov rind. Di nava eşîra Redkan da sê torin hene; Torina Mala Kose, Torina Malbatê, Torina Qayîşa. Sedeme hebûna sê torinan jî; hersê torin, birayên hebû. Dema ku Mala Kose dibe torin, herdu malên wan yên din ra jî dibêjine torin.


Îja Torina Mala Kose ya ku neferên wê malbatê yên wek Çongdeve Hiseyîn Axa û birazîyê wî Begê Cewer Axa (Gulî Cewer) mezintîya eşîra Redkan kirine, çawa ji dewleta Rûs nîşana begtîyê (beylik nişanı) hildane?

Ev agahîyên ji jêrê ji alîyê me ve ji Apê Edê (Güneş) hatine hildanê. Apê Edê yê ku li gundê Panîg ê ser bi Îdirê dijîya, di sala 2018 an da çû ber emrê Xwedê. Apê Edê dîroka eşîra Redkan û hemû Kurdan baş dizanibû, dîrokeke zindî bû. Heta Kurdên Êzdî yên Sovyetê jî dihatine serlêdana wî. Yek ji wan malbatan jî, malbata nivîskarê Kurda yê mezin Ahmedê Gogê bû.

Go dewleta Rûs biryarê hildide ku nîşana begtîyê bide eşîra Redkan. Dikevine nava eşîra Redkan, dinêrin heka kîjan malbat nîşanê heq dike? Di serî da diçine Mala Qayîşa. Dayîka wan tîne heyeta Rûs ra gûlikê çêdike. Gûlika xwe dixwin, diçine Mala Kose. Dayîkan wan dizanibûye Rûs cîgerê bizinan hez dikin. Tenê bizineke wan hebûye, tîne wê bizina xwe şerjê dike, dide heyata Rûs. Heyeta Rûs nîşana begtîyê dide Mala Kose.

Îja Mala Kose da, sê kurê wê jinikê hebûne. Wexta tên û meselê hîn dibin, dibêjin:
"Naxêr, nîşan heqê Mala Qayîşa ye."
Lê dayîka wan qebûl nake û nîşanê nade.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder