30 Mart 2020 Pazartesi

Şerê Bello û Azerîyan

Bello li Îdirê gundê Elîcan bûye. Zarokên wî niha li Îdir, Mûş û Erziromê dijîn û nebîyên wî ra Mala Bello tê gotinê.


Tê gotin ku Bello, sêwî bûye. Ango bavê wî zû mirîye. Hin kes dibêjin jê ra digotin "Belloyê Binevşê". Tê gotin ku navê dîya wî Binevş bûye. Bello jî nevîyê kalikê gelek Hecî Cibîrê (Cibirê Kal) kale. Hecî Cibîr, kalikê piranîya êla Redkan e. Wexta ku Rewan di destê Îranê da bûye, Hecî Cibîr mezintîya êla Redkan dike. Dewleta Îranê tê ku nîşana begtîyê bide Hecî Cibîr, Hecî Cibîr li konê xwe da nîn bûye, nîşanê didine pismamê wî Slêmanê Kose. Lewma mala Slêmanê Kose dibe serokên êla Redkan.

Em dîsa bêne mijara Bello: Bavê Bello zû dimire, Bello sêwî mezin dibe. Wexta ku Bello hinekî mezin dibe, Brahîmê apê wî yan jî kurapê bavê wî, sed pezî dide Bello û wî ji malê cihê dike. Ji xeynî sed pezê Bello tu tiştekî wî tunebûye. Lê ew sed pezên wî, her sal her sal, du berx tînin û Bello gelekî dewlemend dibe. Bello her diçe him dewlemend dibe û him jî tê naskirinê. Wusa dibe ku kûçikên Brahîmê ku Bello ji malê dicê kiribû, tên li ber konên Bello disekinin. Brahîm dibêje:
"Emê vî sêwîyî va werine naskirinê".

Bi rastî jî wusa dibe. Zarokên kurapên Bello yên li Qereçoban û Îdirê jî îro xwe ra dibêjine "Mala Bello". Hecî Bedîr Kose, navê Bello yê rastî Îbrahîm e û merzelê wî li Rewanê gundê Şamîranê ye.

Digot Bello qet Azerî heznedikir. Gelek Azerî kuştibû û gelek caran bi wan ra şer kiribû. Digot dema ku Azerî li ber merzelan ra diçûn fatiha dixwendin, digotin "Ji xeynî Bello". Hin kes jî dibêjin li ber merzelê Bello rovîyek hebûye, Azerî gotîye:
"Bello qet guhên xwe fît neke, te ra fatihe tune ye".

İro jî hin caran Redkîyan di nava xwe da bi qirfî zarokên Bello ra dibêjin "Bello guhê xwe fît neke, te ra tune ye".

Dixwazim di dawîyê da vê jî bêjim: Bello û xizmên xwe va ne tenê li Gundê Elîcan, her wusa gundên li devdora çîyayê Elegezê jî bûne. Mînak gundên Seetilî û Şamîran.

Îro nevîyên Bello yên koçî Erzirom û Mûşê kirine, di nava êla Bekiran da helîyane. Mezinên wan xwe ra dibêjine "Redkî" û dizanin Redkî ne. Lê xortên wan hew dizanin ku Bekirî ne. Lê piştî ku lêkolîna dîroka xwe dikin, hêdî hêdî xwe nas dikin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder