18 Şubat 2017 Cumartesi

Dayîka Cemîle ya ji êla Redkî: Bila Kurd bibin yek

Dayîka Cemîle Alagöz a sed salî, ji gundê Redkiyan Çamurliya Jêrê ya ser bi Başana Îdirê ye. Dayîka Cemîle di hevpeyvîna xwe ya bi Dîhaber ê de qala zilm û zora ku bi salane ji dewleta tirk dibînin kir.  Her wuha dayîka Cemîle bang li gelê kurd dike ku bibine yek.


Kerem bikin hevpeyvîna dayîka Cemîla ya bi Dîhaberê re bixwînin:


Dayika Cemile ya 100 salî: Êdî bibin yek


ÎDIR - Cemile Alagoz a di 100 sal temenê xwe de şahidiya bi sedan qetlîamê kiriye, xwest demildest Kongreya Netewî ya Kurd kom bibe û wiha got: "Ji bo dawî li van êşan bê, divê êdî gelê kurd bibe yek."

Li gundê Çamûrlû yê navçeya Başanê ya Îdirê Cemile Alagoz a 100 salî, balê kişand ser êş û azarên gelê kurd ên bi sedan salî û dest nîşan kir ku, dê yekîtiya netewî ya kurd dawî li êşan bîne. Alagoz, dema behsa êş û azarên gelê kurd kir hêstir ji çavên wê bariyan û anî ziman ku ew bi tizbiya xwe ya qet ji destên wê nakeve her roj duayan dike û wiha got: "Li vê xaka me ji bilî zilma dewletê pêvtir tu tişt nedît."

‘ŞOPÊN QÛNDAX Û COPAN ÊN LI PIŞTA MIN, DEWLET E'

Alagoz, got ew di 20 saliya xwe de zewiciye û ji Agiriyê hatiye navçeya Başanê ya Îdirê û anî ziman ku, wê di 29 saliya xwe de rûyê dewletê dîtiye û wiha axivî: "Rojeke li ber deriyê me leşker kombûn. Ji wesayîtên leşkerî yên li ber deriyê me leşker daketin û ketin hundur. Dema ketin malê, ez jî di nav de li her kesî dan. Bi copan li pişta min dixistin. Çavsorî bûbûn. Wê rojê min dewletê nas kir. Ne wê lêdanê ne jî dewletê, min qet ji bîr nekir. Dema dibêjin dewlet, ew şopên qûndax û copan ên li pişta min tên bîra min."

JI BER GOREYÊN BIRÊSÎ RASTÎ ŞIDETÊ HAT

Alagoz, got bi îdiaya alîkariya PKK'ê leşkerên bi ser mala wan de girtine hemû ferdên malbatê îşkence kirine û wiha domand: "Leşkeran berê xwe da sindoqa min. Di hundurê sindoqê de cihêzên min ji bo keçên xwe amade kiribûn hebûn. Leşkeran di sindoqê de goreyên spî yên bi rêsî dîtin û dubare dest bi lêdanê kirin. Min negot, 'Ji bo çi hûn li min didin?' Çimkî min bi tirkî nizanibû. Rakirin goreyan û gotin, 'Hûn van goreyan ji bo PKK'ê çêdikin. Hûn alîkariya wan dikin. Hûn bûne aş em bûne genim. Bi alîkariyê hûn me dieciqînin.' Paşê çûn kadîna malê. Me xistin kadînê û dîsa li me dan. Paşê ji gund derketin. Kesî ji me newêribû hesab bipirse. Çimkî ew dewlet bûn."

‘TENÊ ZILMA DEWLETÊ NEGUHERÎ'


Alagoz, komkujiya Enqereyê bi bîr xist û wiha got: "Her ku gelê kurd ji bo aştiyê kom dibe, bombe dikin. Erdogan kesên ji bo aştiyê kom bûn qetil kir. Ne gelê kurd dev ji aştiyê berda, ne jî dewlet dev ji qetilkirina kurdan. Di sedsalê jiyana xwe de tişta min dîtiye ew e ku, tenê zilma dewletê neguheriye."

‘DIVÊ GELÊ KURD YEKÎTIYA XWE ÇÊBIKE'

Alagoz, dest nîşan kir ku ji bo azadiyê, ji bo dawî li êşan bê divê gelê kurd teqez yekîtiya xwe çêbike û wiha axivî: "Heke di dîrokê de me qet pêşiya xwe nedîtibe, sedema vê jî kurdên piştevaniya hev nekirine. Ji bo vê xaka pîroz gelek bedêl hatin dayîn. Di rêça azadiyê de gelek can çûn. Kes ji wan jî venegeriya. Bang li gelê kurd dikim, bibin yek. Li her deverên cîhanê kurd hene. Heke li Ewropa, Iraq, Sûriye û Îranê kurd bên gel hev, dê ev gel hêzdar bibe. Dema li Iraqê şer hebû, mirov da alîkariya Mele Mistefa bikin heywanên xwe didan pêşiya xwe li çiyayn dixistin. Li gel bêderfetiyên wê demê jî, wan heywanan gihandin Mele Mistefa. Niha dor a wan e. Roj roja yekîtiyê ye."

‘LI SER GORA MIN XWE XWAR BIKIN Û MIZGÎNIYÊ BIDIN'

Alagoz, got tenê xwesteka wê ew e ku beriya bimire azadiya gelê kurd bibîne û wiha axivî: "beriya hevjînê min rehmet bike got, 'Heke gelê kurd azad bibe, bên ser gora min û mizgîniyê bidin min. Bibêjin mizgîn li te Kurdistan azad bûye.' Niha ev wesiyeta min e jî. Heke bû min azadiya me nedît, werin ser gora min xwe xwar bikin û vê mizgîniyê bidin min."

‘EZ Ê DI REFERANDÛMÊ DE BIBÊJIM 'NA''

Alagoz, herî dawî balê kişand ser referandûma dê di Nîsanê de bê kirin û wiha got: "Ez ê di referandûmê de bibêjim 'NA'. Ji bo azadiya gelê kurd 'Na, na, na.' Ji bo Kurdistaneke birûmet her roj duayan dikim. Hêvîdar im ji bo gelê kurd bixêr be."

Bêrîvan Karataş / Yagmur Kaya - dîhaber

2 yorum: