1 Mayıs 2025 Perşembe

Hurtim û Eyşê

Mala Garo (paşnav Celayîr) koçber dibin, zozanekê xwe ra dikine war. Xortekî Mala Garo yê bi navê Hurtim, dilê wî dikeve qîz apa wî Eyşê. Dilê Hurtim di Eyşê da ye, lê dilê Eyşê yekî din da ye. Mala Eyşê jî dixwaze wê bide Hurtimê kurapê wê, lê belê Eyşê nayê rayê. Rojekê Eyşê bi tevî Hurtim diçine gonîya ku sewa zivistanê bişewitinîn. Heft heb mêr derdikevine pêşîya wan, dixwazin Eyşê birevînin. Hurtim bi tena serê xwe tîne wan heft mêran dikuje. Dizivire ser Eyşê, Eyşê şîret dike ku kesekî ra nebêje. Êvarê vedigerin diçine malê, kesekî ra tiştekî nabêjin. Xwe ra mîna her roj, jîyana xwe didomînin. 

Rojekê mişkek dikeve qulikê, Eyşê tîne mişk dixe, dikuje. Eyşê xwe bi xwe peya dide xwe. Paşê dîsa xwe bi xwe ra dibêje "Eyşê, mal xirabê, mêrên xelqê heft mêran dikujin, bi qasî te peyan nadin xwe."

Wexta ku Eyşê van gotinan dibêje, dayîka wê dibîhîze, dibêje:
"Eyşê te got çi?"

Eyşê bi mecbûrî her tiştî dîya xwe ra dibêje. Dayîka Eyşê êlê dicivîne ser hev. Dibêje:
"Hûn mêe, hûnê gonîya rakin, dewsê da bihêlin. Bira şivan û berxvan pez û berxan ji hev biqetînin. Çawa min dengkir, hûnê pez û berxan berî hev bidin û hûnê gonîya rakin, bavêjin."

Êl gotinên dayîka Eyşê tevan dikin. Wexta bala xwe didinê xwedanê xwînê tên, dîya Eyşê deng dike. Şivan û berxvan mîh û berxan berî hev didin, jin jî gonîya radikin, davêjin. Xwedanê xwînê şaş û metel disekin, dibêjin:
"Hey lolo, jinên wan wuha bin, gelo mêrên wan çawanin?"

Serkeşê wan dibêje:
"Em herin, em li wan nikarin."

Paşê Eyşê didine Hurtim, êla Redka giştî kom dikin, koçî derdora çîyayê Agirîyê dikin.

Nebîyêb Hurtim û Eyşê niha li Îdirê, navçeya Qulpê gundê Pîrdemîr dijî.

Ev ahagîyan di sala 2018an da ji alîyê Nîhat Öner ve ji devê Mehmet Calayîr (ji dayîkbûn 1980) ê ji gundê Pîrdemîr hatîye qeydkirin.

 Gundê Pîrdemîr

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder