5 Mayıs 2021 Çarşamba

Çîyayê Serhedê - Hecî Bedirê Redkî

 Çîyayê Serhedê




Alîkî Xelat e yek Sîpan e meskenê gakovîyan e
Tê da tê qêrîna Xecê nalîna Sîyabend fîgan e
Meriv saw lê digire tim û tim berf lê dimîne
Derdor zozane bintarê da Elcewaza rengîn e

Devê behra Wanê Xelat fîştoq warekî kevnar e
Pişta Xelatê da Gola Nazûke cîyê teyr û tûyan e
Fêzê da Bilîcan e zozan e cîyê Redka lê xûyan e
Binî da Deyşta Pîranê Gola Şilû Xerebaşehran e

Kopê bêrjêr çîyayê Qazana binî da Kelereş e
Deyşta Mûşê alîkî Nemrûd e alîkî Birrekamûş e
Dawîya deyştê Qozme, Zengok alî çîyayê Reş e
Alîyê jor çîyayê Şerefdîn e çem û kanî dikişe

Çîyayê Bîngolê jorda Koxe binî da Gimgim e
Alîkî Xamirpêrt e gola serî av e ximexim e
Alîkî Şîraz e Qolîbaba û Mildeve pir bê xem e
Jorê Şûşar e çîyayê Tekmanê sur û seqem e

Deyşta Qereçanê alîk Xinûs Gozelbaba jêrda
Çîyagewrk, çîyayê xerte Qerefîla, qumilî jorda
Jêrê deyşta Milazgirê çîyayê Qertewîn berda
Dignûg, Hesenpaşa, Kêranlix, Qazgol serda

Textê Qereyazî tev bilind e tim û tim zozan e
Çîyayê Çeqmaqa xwar û mêldane
Elemdax, çîyayê Hesarê, Goma Dilo binîda ne
Piştê da Qertewîn, çîyayê Çetelê û Çixirxan e

Deyşta Parsînê, Paletokan jêr, Qergebazar jor e
Çîyayê Korpîkoyê pir dirêj e ellahekber e
Alîk Erzirom e alîk Sarîqamîş bi hember e
Berjêrda Elajgir girekî mezin li ber e

Çîyayê Wanê binê behrê bilind Mîks û Gevaş e
Ebex, Tendûrek, çîyayê Serayê pir xweş e
Çîyayê Çilfetil, Qelqelî, binî deyşte serî kaş e
Gelîyê Zîlan jor kelle ye, Hostekar e dil bê êş e

Agirî text e, berda Kosedax mîrê çîyan e
Serî tûj e, meskenê kewê gozel, pezkovîyan e
Grîdaxa piçûk cîyê Ahmedê Xanî, ewlîyan e
Seraya Îshak Paşa bilind, ser çîyan e

Deyşta Îdirê, çela Surmelîyê berda Grîdax e
Çîyayê Kêrsê, Qaqizmanê berda bax e
Qers cîyê bilind e, Tûzlîce xweş qonax e
Çîyayê Erdexanê, Şûregez e xweş otax e

Bidlîsê çîyayê Nemrûd, serî gol e, binda Rehwa ye
Çîyayekî dîrokî ye, meskenê ehlê Xweda ye
Xana Rehwayê dîrokî ye, tim û tim ser pîya ye
Norşîn cîyê deyşt e, serê golê di berda ye


Çîyayê Agirî sertacê hemû çîyan e
Cîyê serhildanê, egît û xweş mêran e
Kosedax serbilind, mîrê hemû çîyan e
Cîyekî gelî ye, mexelê pez kovîyan e.


H. Bedirê Redkî
Qereçan 2021

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder