2 Mayıs 2020 Cumartesi

Eşîra Redka çawa Farqîn terikand?

Eşîra Redkî, berîya Rewanê li Farqînê bû. Eşîra Redkî ji Farqîna Amedê diçe Rewanê. Di derheqê çûyîna wan da sê gotegot hene;


Ya yekem (ev di silsileta eşîra Redkîyan da dinivîse): Kurê Mîrê Mervan, dest davêje keçikeka bi navê Newal a ji eşîra Redkî. Newal, kurê Mîrê Mervan dikuje. Mîrê Mervan jî sewa ku tola kurê xwe hilde li Farqînê, gundê Kelê êrîşê dibe ser eşîra Redkî. Eşîra Redkî wan hemûyan dikuje û navê ew cîyê ku şer lê qewimîye ji wê rojê bi şûnda dibe Girê Serîya (tê gotin ku ev nava hin jî heye). Piştî wê bûyerê, Redka diçine Qûmê, ji wir ra jî diçine Rewanê. Wuha hatîye nivîsandin. Lê, em zanin ku hinek jî li ser Ebexa Wanê ra diçin. Tê gotin ku eşîra Redkî, piştî ku eskerên Mîrê Mervan red (xelas) dike, navê Redkî (yên ku xelas dikin) hildide.*

Gotegota duyem: Dema ku herêma Amedê dikeve destê Osmanîyan (salên 1500î), Osmanî bacan zêde dikin. Eşîrên Redkî, Bêskî û Banokî serî hildidin, bacê nadin. Paşê mecbûr dimînin û ji herêmê koçî devdora Bazîd û Rewanê dikin. Şerefname jî van agahîyan piştrast dike.

Gotegota sêyem: ev gotegota ji devê Hesen Güngör (72) ê ji Mûşê gundê Bostankendê (hatine ji Rewanê, gundê Şamîranê) hatîye nivîsandin; wexteka herêma Amedê di destê Safevîyan da bûye, navbera eşîra Redkî û Safevîyan baş bûye. Piştî ku 1515an da Amed dikeve destê Osmanîyan, hemberî Kurdên ku bi Safevîyan ra dostanî danîne kuştin û zilm tên lidarxistin. Zilm û zor li Redkîyan jî tê kirin, kûpe zêr didine xizmenekî serokê eşîrê û serok bi wî didine kuştinê. Piştî wê bûyerê, eşîr Amedê diterîkîne û diçe herêmên di destê Safevîyan da (Rewan, Makû û devdora Kurdistana Sor). 1639 an da Osmanî û Safevî li hev dikin û peymana Qesrî Şirîn pêk tînin û kurdan û welatê wan ji hev diqetînin. Redkîyên ku li ser van sînoran dijîyan, gelekî zehmetî kişandin. Herêmên ku Redkî lê dijîyan heya sala 1828an di destê Safevîyan da man. Di sala 1828an da Ûris (Rûs) Rewanê hildidin û kurdên herêmê, Redkî jî di nav da, dibine hemwelatîyê welatê Ûris. Ûria nasnameyê dide wan û di nasnameya herkesî da milletê wan û ola wan dinivîsîne.

Piştî ku me hersê gotegot nivîsîn, ez dixwazim vê bibêjim; bi ya min, li gorî lêkolînên me yên bi salan, ez dibêjim hersê gotegot jî rastin. Eşîra Redkî, sê caran beş bi beş koç kirîye. Koça yekemîn di dema Mervanîyan da ye, ya duyem û sêyem jî salên 1500 û 1515 an da.

Agahîyeka dawîyê: di sala 1783an da kurê Hiseyîn Xanê Rewanê, Gulam Alî yê ku dîya wî ji eşîra Redkî bû, bû Xanê Rewanê. Lê, ji ber ku dîya wî kurd bû, bi destê Ermenî û Gurcan ve hate kuştinê. Paşê kurê Hiseyîn Xan ê din Mihemed Xan yê ku dîya wî Gurc bû, kirine Xanê Rewanê.

* di silsileta Hiseyîn Axayê Çongdeve da dinivîsîne ku; wexta ku eşîra Redkî li Farqînê bû, gelek aşên wan hebûn û zevîyên birinc direşandin. Hiseyîn Axayê Çongdeve, kurê Şemdîn Axa ye. Şemdîn Axa, di belgeyeka Osmanîyan ya di 1781an da wek serokê eşîra Redkî derbas dibe.

1 yorum: