7 Şubat 2019 Perşembe

Bi Kurt Dîroka Eşîra Redkan

Ji ber ku Kurdan dîroka xwe baş nenivîsîne, roja îro milletê Kurd di derbarê dîroka xwe da mîna milletên din têr û tije nîne. Ji ber vê, divê temen mezin û zanayên Kurdan çi gotin, Kurdên ku bikaribin wan binivîsînin. Ku heger mirov binivîsîne, Kurdên pêşerojê da wek me destevala namînin. Emê di vê nivîsê da ji devê Kurdekî ji eşîra Redkan bi kurt dîroka Redkan binivîsînin.

Abdulselam Alagoz ê ji Îdirê gundê Goma Jorê (Çamûrlî) dîroka eşîra Redkan wuha ji mezinên xwe hîn bûye;

Eşîra Redkan a ku li Farqîna Amedê bûye,(1) ji ber hin pirsgirêkan wê herêmê diterikîne û diçe herêmeke di navbera Tirkîye (wî çaxî Selçûkî yan Osmanî?), Îraq û İranê. Çend salan li wir dimînin. Ji wir ra derbasî alîyê Îranê dibin. Li cîyekî nêzîkî sînorê Tirkîyê, gundê Elohaco ava dikin (Elo kurê Haco ye û Redkî ne).(2) Paşê zarokên Elo derbasî vî alî dibin, li kêleka çemê Erez gundê Goma Jorê ava dikin. Her wusa xizmên wî jî dikevine gundên herêmê yên din, gundên cuda ava dikin. Eşîra Redkan li vê derê her diçe zêde dibe û li gundên Îdir û Rewana (Erîvan) îro belav dibin. Hemû biharan derdikeve çîyayê Elegezê û Serdarbilaxê zozanan, zivistanan jî berjêrî gundan dibin. Tapû û senedên çîyayê Elegezê di dema Çarê Ûris da hemû di destê eşîra Redkan da bûn. Îro jî li cem gelek malbatan tapûyên berê hene.

Piştî bi dehan sal derbas dibin, di navbera salên 1890 û 1935 an da, Ermenîyên ku ji Tirkîye, Îran û deverên cuda têne Rewanê, li hemberî Kurdên Rewanê û Ermenistana îroyîn komkujîyan lidar dixin û Redkî û eşîrên din ji wir direvin û têne vî alîyê çêm.

Eşîra Redkan îro li Agirî, Erdexan, Qers, Îdir, Mûş, Erzirom û Wanê li 300 gundî dijî. Beşeke wan ji Îdirê, piranîya wan ji Rewanê hatine.

Redkan, eşîra herî mezin a van hersê bajaran e; Agirî, Îdir û Qers.

1: Di silsileta eşîra Redkan a nivîskî da jî dibêje sala hezar sal berê li Farqînê gundê Kelê bûne. Ji wir koçî Qûma Îranê dikin.
2: Gundê Elehaco ( حاجو علي) li rojhilatê Kurdistanê, li herêma Makoyê ye.

Di vê vîdeoya li jêra da şahidê wan rojan wuha qala koça eşîra Redkî ya ji Rewanê dike:

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder