1 Eylül 2022 Perşembe

Gulî Cewar Axayê Elî Begê

Gulî Cewar Axayê Elî Begê (1806-77) general bilind ê ordîya (artêş) Împaratorîya Rûsyayê bû. Kurê wî Eleşeref Beg (1851-1928) jî generalê bilind ê ordîya Împêratorîya Rûsyayê, Genaralê Şerê Qirimê û suphayên (alayên) Rewanê bûye.

Ew eslê xweda Redkî ne, û ji torina mala Kosa ne. Eşîra Redkî ra Zîllî jî dibêjin. Lîeayeka (bi Rûsî divêjin «Polk») eskerê Împêratorîya Rûsyayê li ser navê vê malê dihate naskirinê, jêra digotin Şemşadînovskî Polk. Ji ber ku Şemşedînov nasnavê vê mala mezin bû (Şemsettîn kalikekî wan e). Di belgeyeka 1781 an ya dewleta Osmanî da, dibêje "serokê eşîra Redkan, Şemdîn Axa". Ev mal wusa jî li cem dewleta padşê Ûris, dahate naskirinê çawa berpirsyarê temamîya Kurdê Pişkavkazê. Giranîya vê malê hin li cem dewleta padişê Ûris, û hin jî li nava eşîret û komên derdor va gelek gelek bû. Û her usa heleqetîyêd vê malê, li mala Şahê Îranê ra jî hebûn. Ûsivê Xwedo jî, ku jêra digotin «Ûsiv Axa», serdewatîyê vê malê bû. Wusa jî Ûsivê Xwedo heval û dostê Varantsov-Daşkov bû, kîjan cîgirê çarê Împêratorîya Rûsyayê «Nîkolayê-Duyemîn» di dereca pişkavkasêda bû. Û her wusa Varantsov-Daşkov, kurapê Nîkolayê- Duyemîn bû. Piştî hatina li Kafkasê Împêratorîya Rûsyayê ji bo piştgirêkîya dewleta xwe di nava qebîle û eşîra da mirovê bi qedir-axa û beg hildijbartin wek serokqomandê wan. Wusa jî wek serokê eşîra êzdîyaye Hesinî ku li bin bandora Împêratorîya Rûsyayê da jîyan dikirin Hesen Axa dihate naskirinê. Lê serokê qebîle û eşîrê kurdê musilman Gulî Cewar Axayê Elî Begê dihate naskirin, ku paşwextîyê hetanî rutba (dereca) general-mayorê bilind bû û leşkerê Împêratorîya Rûsyayê da kar kir. Ahmedê Gogê û professor Hecîyê Cindî lêkolînê xwe da didine kifşê ku wekî di navbera Gulî Cewar Axa û eşîrên êzdîya gelekî baş bûye, wî gelek pişgirî û alîkarî daye êzdîya. Rojhilatzanê eyan Mînorskî dinivîse «Di şerê Qirimê da du polkê (alayê) me yê kurda hebûn. Yek ya Qersê, lê ya din ya Êrîvanê bû. Serokqomandê ya duda mayor Cefer Axa (Gulî Cewar Axa) bu ku dawîyê bû Gênêral û pir alîkarî da me ji bo hukumkirina li ser kurdê dervayî Împêratorîya Rûsyayê. Gulî Cewer Axa di şerê Qirimê da serkeftinên gelek mezin nîşan dide. Celilê Celîl di pirtûka xwe da (Şeyh Ubeydullah Nehri Kürt Ayaklanması) ji bo dema Şerê Qirimê (1853-1856) van tiştan dinivîse: “Du alayî ji Kurdên dilxwaz hatibûn pêkanîn. Alaya pêşî Cafer Axa û ya diduyan jî Ahmed Axa îdare dikir. Alaya Kurd a pêşî ku ji 500 kesên siwar pêk dihat, diket nav binyada yekîneya Aleksandropolê. Di alaya diduyan de jî, 100 êzîdiyên siwar hebûn. Alayên Kurd rasterast di bin çavdêrîya serheng (albay) Loris-Melîkov da bûn. Ew ji bo Rûsyayê ne tenê leşker bûn, her wiha xwedî giringîyeke siyasî jî bûn. (...) Eşîrên mezin ên Kurdan ku li ser sînorê Rûs û Tirkan bûn; Zîlan (Redkî), Heyderî, Sipkî û Cemaldînî bûn. Di destpêka şer de ji qebîleyên Cemaldinî, Milyanî û Bêskî nêzî 4-5 hezar siwar tevî artêşa Osmaniyan bûbûn.

Malbat û zarokê wî heta niha jî ji hikumeta Rûsyayê alîkarîyê distînin, yek ji wan Elî Eşref Axa Şemşedînov e ku tê hesavkirinê çawa serokê kurdê Rûsyayê û rutba wî ye generalmayorîyê heye».


Ji sala 1839a heta 1877-78an Rûsya li ser sînora Bakurê Kurdistanê û Başûrê Qefqaz de bi piştgiriya kurdên ji eşîrên Sîpkî (Êzdî) Celalî û Redkî ve Qers, Bayîzd û derdorên wî birêve dibir. Li gorî agahiyê albûma Xaka Efsûnan di arteşa Rûsan de hejmara kurdên siwarî gihîştiye 500 kesî. Gulî Cewar Axayê Elî Begê xudanê malbeteke pir mezin bûye û li gundê Parnaûtê jîyan kirîye (merzelê wî li gundê Kolî ya Îdirê ye). Lewma di nava Redkîyan da gotinek heye dibêjin: "Êl li Axmaxanê, beg li Pernawûtê". Çimkî begê wan Gulî Cewer Axa li wî gundî dima.

Çawa di belgê wîye fermî da tê xuya kirinê çar jinê wî hebûne: Mexrêyîp xanim, Sultan xanim, Cewad xanim û Xanê xanim. Ji Jina yekem - kurê wî Seyîd - Axa (Eyûb Paşa) ku sala 1833an ji dayik bûye (m.1901) û qîza wî Zerê xanim, ji jina wîye duyem- kurê wî Eleşref- Axa ku sala 1851a ji dayik bûye û qîzên wî- Nenê xanim, Têlî xanim, Kûşey xanim, Gûney xanim. Ji jina wîyê çarem-Xanê xanimê kurên wî Ehmed-Axa (1865), Mehmûd-Axa (1869), Memed-Axa (1877) û qîzen wî Xezal xanim (1871), Seyrê xanim (1873) hebûne.

Gulî Cewer Axa roja çardehê Adara 1877an diçe ber emrê Xwedê.

3 yorum:

  1. Pizmamlar YouTube de muş Fenekli dengbej Bahattin amcayı ela redkada paylaşılmasınız . Kendisi Ewbekir redkanin oğlu hacı Alinin soyundan geliyor. Iğdır Bedirhan köyünde oturuyorlar. Tekrardan köyü kurup yerleşiyorlar. Has Redkanlı köy halkı . Ferhat keleş

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merhaba. Redki aşiretinin isminin geçtiği kılamları var mı?

      Sil
  2. Adam redki li

    YanıtlaSil