4 Haziran 2019 Salı

Me Ew Redkirin

Beriya vê nivîsê me di derbarê derketina navê Redkan de çend nivîs nivîsîbûn. Di vê nivîsê de jî emê cih bidine baweriyeke din a di derbarê derketina navê Redkan de. Ev baweriya ku di nava gel de berbelav e, cara yekem bi destê malpera Êla Redkan tê nivîsandin.


Dibêjin wextekî di nava kurdan de êleke (eşîr) zilamkar û ziyankar hebûye. Çûne malên kî/ê, him zirar dane malê wan, him jî namûsa wan. Ev eşîra ku gel gelekî jê aciz bûıye, êleke kurdan e yan ya miletekî din e? em nizanin. Gel gelekî ji wan aciz e, lê belê ji destê kesî tu tiştek nayê.

Rojekê merivên vê êla zilimkar diçine warekî pêşiyên Redkan (Redkiyên pêşîn). Redkî dizanin ev êl, çi êleke nan ser çokan û nankor e, nanê merivan dixwin, kêrê li sifra merivan dixin diçin. Mezinê Redkan dibêje:
- Her yekê bibe mêvanê malekê (yan konekê). Herkesê ewên ku hatina mala wan dê bikuje.

Dema ew têne warê Redkiyan, Redkî tînin wan di nava malên xwe parve dikin. Her malek, miorvekî yan du mirovan dibe mala xwe.

Wan di nava malên xwe de belav dikin, heya serê berbangê hemûyan dikujin. Mezinê Redkiyan, xwediyên malan re dibêje:
- We ew redkirin?

Dibêjin:
- Belê, me ew redkirin.

Ji wê rojê bi şûn de, ji wê malbatê re dibêjine Redkî.


03.08/.2017

Ji devê Nezîr Korkunç ê ji gundê  Sirdo yê ser bi Agiriyê hatiye tomarkirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder