13 Aralık 2025 Cumartesi

Li ser gundê Mistekalo û Redkîyên bûne Êzdî

Gundê Mistekalo, li Sînegê bûye. Ev gundê dîrokî yê ku li ser kilam jî hatine derxistin, ji alîyê eşîra Redkî ve hatîye avakirin;

Misto, Kalo ve du birayên ji eşîra Redkî malbata Tetoyî bûne.
Dixwazin ji xwe ra gundekî ava bikin û wexta ku ji Elegezê ji zozanan vedigerin, zivistanan li wî gundî bimînin. Li dewda gundê Mistekalo malan çêdikin û gund ava dikin. Diçine cem mezinê eşîra Redkî, Begê Cewer Axa (Gulî Cewerê Elî Axa), dibêjin:
"Me gund ava kir, bila navê gund çi be?"
Begê Cewer Axa jî dibêje:
"Hema bira navê we herdu birayan be."

Wusa navê gund dibe Mistekalo. Îjo nebî û nebîçirkên Misto û Kalo ve li gundên Îdirê ne. Dema bav, kalê xwe dijmirin, heya Misto û Kalo diçin.

Îja tiştê balkêş hin Kurdên Êzdî li Rewanê (Erîvan) hene, ew jî dibêjin "Misto û Kalo kalikên me me, em ji Mistekalo hatine." Dema ku min got "Misto û Kalo Redkî ne, Mistekalo jî gundê Redkîyan bû. Heger bi rastî hûn nebîyên Misto û Kalo bin, dême hûn Redkî ne û paşê hûn bûne Êzdî." Xeyîdin, lê piştî ku me ev belgeya li jêrê nîşanî wan kir, bawer kirin ku Mistekalo gundê Redkîyan e.


Ev mînakek bû. Berîya ku ez derbasî mînakên din bibim, dixwazim vê bibêjim; Ez pismamên me, birayên me yên bûne Êzdî tu carî rexne nakim. Êzdîtî ola Kurdan ya resen e. Tişta ku ez dixwazin bibêjim; Kurdên misilman yên ji eşîra Redkî yên koka wan Rewan e, sewa xwe ji şûrê Ermenîyan biparêzin xwe di nava Kurdên Êzdî ra veşartine.

Mînaka duyemîn; Li Rewanê, li gundê Senger malbata Evdilê Kilsor heye, ji wê malê ra Mala Hirçkuj jî dibêjin. Evdilê Kilsor ra li Îdirê Evdilê Porsor, li Rewanê Evdilê Kilsor dibêjin. Kurên wî yên ji Rewanê hatine Îdirê gundên Evcî û Millo (Kerîmbeylî) Kurdên misilman in, yên li gundê Sengerê mane bûne Êzdî. Birayên hev yên heq in.  Lê ji ber ku malbat hişjar in, olan di nava xwe da nakine pirsgirêk.

Mînaka sêyemîn:  Gundê Rewanê yê bi navê Elegez, berîya ku Ermenî berî Kurdên misilman bide, gundê eşîra Redkî bûye. Li wî gundî pireyeke dîrokî heye. Ev pireya ji alîyê Hecî Ûsivê kalikê Eme Topalê ve hatîye çêkirinê (Eme Topal li Îdirê mezinê Redkîyan bû). Hecî Ûsiv wexta pireyê çêdike, navê dîya xwe Sonê lê dike. Ji ber çêkirine wê Pira Sonê, Dewleta Ûris wî sûcdar dike, wî dibine dadgehê wî dibêjin "te ew pireya çêkirîye ku dewleta Osmanî bikaribe bi hêsanî ji avê derbas bibe û êrîşî welatê me bike."
Hecî Ûsiv mirovekî dewlemend bûye, him ji bo xêrê û him jî ji bo pez û dewarên xwe bi hêsanî bibe li Romê bifiroşe, wê pirê çêdike. Meseleya vê pireyê di nava eşîra Redkî da navûdeng e. Em bêne mijara xwe;

Çend sal berê nebîyê Eme Topalê ( Hecî Emo) diçe Rewanê, gundê Elegezê, diçe Pireya Sonê zîyaret dike. Li wê derê dibêje "ev pireya kalikê kalikê min çêkirîye."
Hin Kurdên Êzdî yên ji wî gundî dibêjin "na, kalikê me çêkirîye."
Nebîyê Hecî Eme Topalê dibêje: "Ku wusa be, hûn jî ji eşîra Redkî ne."
Dibêjin: "Ka me ra qala eşîra Redkî bike."
Nebîyê Eme Topalê dibêje:
"Gava Redkî yekî ra deyndar be û perê wî tunebe, gava xweyê deyn bibîbe, xwe vedişêre. Gava Redkî pere bide yekî, nikare bixwaze. Redkî şerûd nîn in, lê hezar sal jî derbas be, heyfa xwe hildidin. Redkî ji xelqê ra zef baş in, lê ji hev hez nakin."

Ew Kurdên Êzdî giş bi hev ra dikenin, wî hemêz dikin, dibêjin: "Hema te çawa got, em jî wusa nin. Kî çi dibêje bira bibêje, em ji bavekî ne."

Mînaka çaran; Mala Axê Qecer ê ku gundê Qecerebad ê li Rewanê kalikê wan avakirîye, ji wi gundî hatine û li Agirî, Îdir, Qers û Mûşê belav bûne. Ji wê malê him Mala Axê Qecer him jî Şerqîya dibêjin. Malmezineke eşîra Redkî ya navûdeng e. Li Rewanê jî Kurdên Êzdî hene, ji xwe ra Şerqîya dibêjin.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder