30 Nisan 2025 Çarşamba

Kilamên Redkan: Kilama Qazî Begê

 

Şerê Dormeliyê

ay le Kubarê gulîbirrê, le şerekê li me çêbîye li Dormeliya şewitî li kaşa wa li kaşa

ez ê li tilî pêçîyê Bavê Kerem dinhêrim, li gustîla li hûr qaşa

kula Xwudê tê bi kul bî, bikevê mala her sê lawê Sedûn Axa her du bavê Redikaniyê,

le Malxasiya ji êvar da helan danê dewran dewrana sibê dewrana Bavê Kerem suwarê Hirço bû, ro li me berjêr bû qama 'esrê, gulek li ber pêsîra Bavê Kerem suwarê Hirço dane,

ji sibê da cinyazê vî zilamî bêxwuyî maye li Dormeliya Hesenpaşa wey, wey bavo wey wayê, wey bavo waê, hey wayê, hey wayê, hey wayê, hey wayê!

(Guhdarek: Can bira can.)

lê lê Kubarê gulîbirrê, ê le şerekê li me çêbîye li Dormeliya şewitî li qîta ha li qîta

E le w'ez ê dinhêrim zozanê mala Qadî Begê li dar çîta

kula Xwudê tê bi kul bî bikevî mala her du bavê Redikaniyê,

her sê lawê Sedûn Axa le Malxasiya helan danê dewran e

sibê dewrana Bavê Kerem suwarê Hirço bû, bira ro li me berjêr bû qama 'esrê, gulek li ber pêsîra Bavê Kerem suwarê Hirço dane, nehîştin van zilama li ‘erasa meydanê hev bidîta

wey wayê, wey bavo, wey bavo, wey bavo, wey bavo, ax wey bavo, wey wayê, hey wayê, hey wayê!

Dengbêj Memedê Paniyê


Keremê Oxçîya & Memedê Panîyê ⬇️




Şakiro ⬇️


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder