Sayfalar

13 Aralık 2018 Perşembe

Dîrok û Çîroka navê eşîra Redkî

Ev bi salan bû ku kal û pîrên ji eşîra Redkî behsa hildana navê Redkî dikirin. Çîrokên ku mezinên Redkîyan digotin, kêm zêde wek hev bûn.
Di silsileta Redkîyan da jî dibêje;

Dora hezar sal berê, Mîrê Mervan, eşîra Zîlla ya li Farqînê li gundê Kelê dimîne daxwaz dike ku keçika bi navê Newal şevekê bişînine konê wî. Eşîra Zîlla vê daxwazîya mîr qebûl nake. Mîrê Mervan bi tevî çil merivên (çil şervan) xwe êrîşê dibe ser Zîlla û Zîlla wan hemûyan dikujin. Wan red (xelas) dikin. Ji wê rojê bi şûn da, ji wan ra dibêjin "Redkî". Cîyê ku Redkî, Mîrê Mervan û çil merivên wî ve dikujin ra îro jî Girê Serîya dibêjin (li gundê Kelê).

Piştî wê eşîra Redkî ji wir ra diçe Qûma Îranê. Ji wir ra jî diçe Rewanê.

Rêber Alagöz ê ji gundê Îdirê yê bi navê Goma Jêrîn ê ku eşîra Redkîyan lê dijî dibêje; wî çaxî di nava merivên Mîrê Mervan da jineke pîr jî hebûye (yan jî dibe şahida bûyerê). Redkîyan wê jinê nakujin û ew jina diçe ji her kesî ra dibêje wan Mîrê Mervan û çil merivên wî ve redkirin. Li ser wê, ew jî li pey Redkîyan diçin û gelek merivên wan dikujin. Ji ber nekuştina wê jina pîr, Redkî gelekî poşman dibin.

Serokê şaredarîya Qereçana Erziromê yê berê yê ji eşîra Redkan, Hecî Fetullah Ersoy jî digot: "Eşîra Redkan berîya ku biçûya Farqînê, li Xelata Bilîsê, gundê Têxûta Xelatê dijîya (yan jî Têxûta Kop). Li vê derê ji ber şerekî yan jî nexwaşîyekê, çil mirov dimirin. Ji ber wê ji wir ra diçine Farqînê. Li Farqînê ew bûyera me li jorê qala wê kirîye diqewime, ji wir ra diçine Îranê, ji wir ra jî diçine Rewanê. Hecî Fettûlahê yê ku di derbarê dîroka eşîra Redkan da gelekî zana bû, di sala 2018an da çû ser heqîya xwe. Heman tiştên ku Hecî Fettûllah gotin, kal û pîrên ji eşîra Redkan ên li herêmên din jî dibêjin.

Divê ev jî bê gotin; ji ber ku berekeke eşîra Redkan a bi navê Bekira heye (Mala Bekirê Hecî Cibîrê Kal), heya îro jî gelek kesên ku di derbarê eşîra Redkan da baş lêkolîn nekirine, eşîra Redkan û gelek mirovên Redkî yên binavûdeng wek Bekiran dane naskirinê. Lê divê bê zanîn ku; Bekirayên ku navê xwe ji navê bavê xwe hildane û eşîra Bekiran ne yek in. Eşîra Redkan bi giştî danzdeh berekên (qebîl) wê hene; Kumka, Memka, Çekema, Hecîya, Hesepêxasa, Bekira, Katêya, Koseya, Torina Mala Kosa, Torina Malbatê, Torina Qawûşa (hersê Torin ji malekê ne û malmezina eşîra Redkan in) û Mala Sîso.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder