Sayfalar

1 Şubat 2026 Pazar

Kilamên Redkan: Eliyê Heso mezinê eşîra Redkan

 


Eliyê Heso mezinê eşîra Redkan, Dengbêj Şemsedîn.


herê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê 
ax lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê 
 lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê wayê
were wayê wayê wayê wayê wayê
hêsîrê Nazê, Medînê, Helîmê pepûkê Hibrayê
ez heyanî saxbim li dinyayê derdê kuştiyê Fenek û Xara ji dila dernayê lawo
wayê wayê wayê wayê

erê wayê wayê wayê wayê wayê
wayê wayê wayê wayê wayê wayê
Nazê ban dikir Medînê, Helîmê, Hibrê lê dayê
rebenê rabe dilê min ji dila dilekî kîn e kîn e
îro sê roj û sê şev e mala Zazo, mala Hezo cem dikir pê kîn e
çewa kese xêr xwaz tunîne rabe destê van her aliye bigire li hevdi bîne
sal diçe zeman namîne Tefiyê Elî Zazo berê xwe dide Gopala rengîn e
perê xwe top dike yadê rebenê deynê xwe tîne
wayê wayê wayê

Xwedê kula xwe bixe mala Ûsivê lawê Silê ji êvar da şêwr û mişêwretê giran digerîne
kuştine Tefîqê Eliyê Zazo dicedîne
seet di şeşê bi şevê da dor li Tefîqê Elî digere
rebê alemê mêrkê camêra xirab neyne
Tefîq destê xwe avêtye demança sure dertîne
ezê çi bikim mesafe dûr e
demançe qarşî bêşliya tu wezîfê nabîne dayê
wayê wayê

gelo mi dî ber da berdanê lêdixin dikuştin
cinazê Tefîqê Eliyê Zazo li kort bûye êvarê li kozikê çolê dimîne
serê sibê zelamê mala Zazo hatine geriyane cinazê Tefîqê Eliyê Zazo tîne ji kozikê çolê anîne
cab diçû Gultepa rengîn e
ji malê suwar bûne nebiyê Şêx Baran Eladîn e
Ebdirehmanê Bêzarê çen zelamê Qereca bi xwe ra hiltîne
berê xwe da mîratê Fenek û Xara rengîn e
derbekî daye bejna Eliyê Heso reyîsê Redka kuştine tivinga dest jê sitandine gerî anîne
heyfa Tefîqê Eliyê Zazo bi destê xwe hilanîne
dayê wayê dayê ha dayê weyê

erê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
 lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
 lê lê lê lê lê lê lê lê lê wayê wayê
hêsîrê Nazê, Medînê, Helîmê pepûkê Hibrayê
ez heyanî saxbim li dinyayê derdê kuştiyê Fenek û Xara ji dila dernayê dayê
wayê wayê wayê

erê wayê wayê wayê wayê wayê
wayê wayê wayê wayê wayê wayê lê lê wayê wayê wayê wayê wayê
wayê wayê wayê wayê wayê wayê
lê bê wayê wayê wayê wayê wayê
Nazê ban dikir Medînê, Helîmê sêle Hubê lê dayê
rebenê rabe îşev min ê xewnekî dî ye
di xewê da çevê min.....
maye di xemê da
zelamê Qereca şêwr û mişêwrê kirin di gundê Boyûkçapûnê da
la derê sibê di melê da zereqa tavê çilif bi serê çiyê da
ji malê suwar bûn Kamilê Beşîr û Ahmedê Hemzê Elîcan, ber jor şevê go Silhedîn
lê lê rebenê rextê Helebê li bejnê girêdan
wexta îja diçûn mîrata Fenek û Xara pê da
Silhedînê Şêx Baran gaz dikir go Hesenê Zazo, xalo ezê çawa dengê hanê bela kim bi dinê da
Hesen ban dikir digo xarziyê min kuştinê çêmeke
malê Redka bide barkinê bila kesek nemîne di zozanê da
hû wayê

gelo eva lêxist bi malê Redka dane barkirinê kese nema di yaylê da
li germa nîvro li gerê li binê darê serê xwe avêtin di xewê da
Elîcanê Îbrahîm gaz kir digo Cimşîd apo minê xewnek di xewê da
çevê sor bûne ji kasêkê xûnê da venebû
nîşanek giran qewimî ez mame tê da
dengê tifingê hato rasta Meleelî wê da
ji girê Şehîda hato gelo li min deng nehat
kuştine ara malê hanê rebeno di çiyê da
wayê wayê

gelo hinekê eşîra Redka revîne hinekî mane ber qefa zinêr da
derba ewilê lêdixistin bejna Şefîqê Fehîmê Zazo
eza bi reben im bala xwe da dilopa xûna gevez rêtiye di ser peniya kondira da
derba duduya lêdixistin bejna Cimşîdê Evdî
cinazê vî zelamî dinêre fenanî bûka ser bi xêlî xemilî gola xûnê da
sê gulê bêşliyê berdane bejna Silhedînê Şêx Baran
ca em rabim sêr bikin dilopa xûna gevez ji birînê axmîş dibe tê hew pê da
gelo bû kîne kî ma di gundê qebrê da
lê lê dayê rebenê apê Sidîq go heger bimrim di kozikê da
min dî şîn û girîn kete nava eşîra Qereca
gelo xemlê xwe danîn bi kefîlî temamî şarê reş girêda


Çavkanî: Dengbêj Şemsettîn, https://youtu.be/BOoTkkB6B78?si=-UUac5Ec6jPeOL8L
Dîrok: 11.01.2026


Nûroyê Meter - Eliyê Heso serekê Redka ⬇️ https://redkani.blogspot.com/2023/07/nuroye-meter-kilama-sereke-redka.html

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder