Li ser merdîya Elî Axa (Elîyê Ahmed) min çend tişt ji mezinên xwe bîhîstin. Ezê ji we ra behsa meseleyekê bikim;
Elî Axa û Gula Şolikî
Sal bi texmînî di navbera 1918-20-21 an da, wexta hîn koça me ya Rewanê berdewame da. Wî çaxî dayîkan di rev û bezê da ewladên ber pêsîra xwe avîtibûne. Tunebûn, birçîbûn, sitar tunebûye. Neferek ji konekî kêm bibûya, ewqasî rihetî çêdibû. Wan zemanan ji Mala Sileşolikê qîzeke xwe ya bi navê Gulê dane merivekî xerîb, ne ji eşîra Redka. Lê rev û bezê da ew jî, eşîra wana tim nêzî eşîra me konê xwe datînin.
Konê apê Elì Axa hertim fêza konan da bûye. Lewra kon temamî pêva bêxûyên. Rojekî apê Elî Axa li berderê kon rûniştîbûye, dengê girîyê jinekî dikeve guhê wîya. Alîyê deng da difetile, çi binhêre? Konekî eşîra pêşda, merivek li jinekî dixe. Alîyekî da jî jê ra dide xeberan. Nizanim qîza bêbavan, bê xûyê, dibêje heta berderê kon jinik direve. Wexta berê jinikê dikeve apê elî Axa, wê nas dike. Elî Axa gazî jina xwe dike, dibêje keçê ca ji min ra tivinga mib bîne. Gava kulfeteke malê jêra tivinga wî tîne, pir nîşangir bûye, gulekî davêje millê wî merivî dixe. Gulê jî berva konê mala Elî Axa direve. Bira ew meriv birîndar bibe, apê Elî Axa gazî Gulê dike, dibêje "qîza min Gulê, ka virda were cem apê xwe. Îcar bira ew zalima mêr be bira were heqaretê li te bike. Apê te derbeke wusa lê daye, heta ew xweş be ew bîr nake. Ev hindike tu binhêre apê te çi bîne serê wan".
Wê navberê da Gulê tê konê apê Elî Axa. Rojek, dudu, ew lê dinêhêrin Gulê naçe, bê xwe jî newêribûne herine cem apo, ricacîya dişînin. Carek, dudu, apê Elî Axa jêra dibêje "wexta wusane, Gulê bira vir şûnda ne bêxûyî be, ezê tiştekî wusa bikim heta hetayê neyê bîrakirinê". Dibêje "Gereke ew meriva were cem min, teze Gulê ji min bixwaze. Ezê Gula xwe teze bidim mêr". Ewa meriva tê serî da Gulê ji apê Elî Axa dixwaze. Apo qelend dibire. Dibêje "Hûnê gayekî belek, tevî tivingekî bînin. Dewateke hêja darxin, heta dinya xweş be bira xelk bizanibe Gula min, bê xûyî nîne". Ew gayekî belek tevî tivingekî tînin, di serî da dewata Gulê çê dikin.
Mezinên berê gelakan eva zanibûn. Digotin "Lêxistina jinan, karê mêranîyê nîne".
Li xwe baş binêrin. Silav û rêz.
Ji Erziromê navçeya Qereçanê, ji Mala Newê, Hecî Bedîr Köse
Wêneyê jorê: Merzelê Elî Axa (Elê Ahmedê Eylo) li Qerebaxa Qaqizmanê.
Wêneyê Jêrê: Hecî Bedîr
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder